Desteya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayişê bi boneya Cejna Noelê û sersala nû biryarnameyek da û ev bone li tevahî welatiyan pîroz kir û ragihand ku ji bo ewlehî û selametiya tevan hin perspektîvên ewlehî dane.
Desteya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayişê biryarnameyeke bi hejmara /8/ ku tê de gelek tedbîrên ewlehî ji bo misogeriya ewlehî û selametiya welatiyan daye.
Di biryarnameyê de wiha hate gotin:
“Desteya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayişê Cejna Noelê û sersalê li tevahî welatiyan pîroz dike û hêvî kir ku ev cejn bibin wesîleya ewlehî û misogeriya aştiyê.
Ji bo ewlehî û selametiya welatiyan û misogerkirina îstîqrara rewşên ewlekariyê di vê boneyê de em ji gelê xwe re hin tedbîrên ewlehiyê yên ji bo misogeriya ewlehî û selametiyan tevan hatine girtin, diyar dikin.
1-Derbasbûna barhilgir û stêrên mezin û navîn bo bajar û bajarokan qedexe ye.
Ji saet 6:00 êvarî yê roja duşemê (30/12/2024) heta saet 6:00 sibehê yê roja pêncşemê (2/1/2025.(
2-Gera bi motorskilêtan bi hemû cureyên xwe û tevî yên leşkerî qedexe ye.
Ji saet 6:00 êvarî yê roja yekşemê (29/12/2024) heta saet 6:00 sibehê yê roja pêncşemê (2/1/2025).
3-Birêxistinkirina tevgera dergeh û erebeyên bazirganiyê yên giran.
Ji bilî rewşên mirovî, tevgera erebeyên bazirganiyê û barhilgirên giran ji saet 6:00 yê êvara roja duşemê (30/12/2024) heta saet 6:00 yê sibeha roja pêncşemê (2/1/2025) qedexe ye.
4-Destûrji bo veguhestina madeyên bijîşkî û alîkariyê yên destûrdar, tê dayîn.
5-Teqandina çekan qedexe ye.
Nabe ku çek ji hêla welatî yan jî hêzên leşkerî û ewlekariyê ve werin teqandin.
Yê ku vê yekê binpê bike, dê ji hêla qanûnî ve were cezakirin.
Fermandariya Giştî ya hêzên me bang li hemû welatiyan dike ku li gorî tedîbrên hatine girtin tev bigerin da ku ewlehî û selametiya herî kesî were misogerkirin.
Her kesê van pesrpektîvan bin pê bike dê der heqê wî de lêpirsîn were kirin.
Cejna we pîroz be
Desteya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayişê.”



