Meclisa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşên li ser Jinên Sûriyê şermezar kir.
Meclisê di daxuyaniya xwe de balkişand ser daxuyaniyên berpirsa hikûmeta demkî a Sûriyê bi taybetî di derbarê azadî û rewşa jinan de û got:
“Berpirsa Buroya Karûbarên Jinê Ayşe El Dibis herî dawî di kanelek Tirkî derket û têde bi daxuyaniyên xwe jinan vedigerîne serdema pêşdîrokî.
Her wiha nêrîna jin bibin xwedî biryar û dakevin nava sûka kar û di qada dadgeriyê de kar bikin red dike.
Ev hemû sedema şoreşa azadiya jin ji hilê radike.”
Meclisê teqez kir ku jin wê di avakirina Sûriya paşerojê de cihê xwe bigre û got:
“Em di Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, daxuyaniyên berpirsa Ofîsa Karûbarên Jinan şermezar dikin.
Em bang li hemû jinên Sûriyê dikin ku ji bo parastina maf û destkeftiyên jinan û ji bo di destûra nû ya Sûriyê de cihe jinan hebe hevkariyê bikin.”



