Şêniyên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxayê sersaxî ji malbata şehîd Egîd Serêkaniyê (Mihemed Ehmed) re xwest.
Di merasîma sersaxiyê de peyamên piştevaniya bi QSDˈê re hatin dayîn.
Ji bo şervanê QSDˈê şehîd Egîd Serêkaniyê (Mihemed Ehmed) ku 26ˈê Kanûnê di berxwedana li hember êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de li Pira Qereqozaqê şehîd bûbû, konê sersaxiyê li bajarokê Mistefawiyê yê bajarê Girê Legê hat vedan.
Şêniyên Girkê Legê, Dêrik û Çilaxa herikîn bin konê sersaxiyê û merasîmek hat lidarxistin.
Di merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Zelfa Bidûr axivî.
Zelfa Bidûr di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd Egîd re xwest û soza şopandina xeta şehîdan da.
Zelfa Bidûr bal kişand ser êrişan û got: “Erişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk îradeya me naşikînin.”
Zelfa Bidûr di dewama axaftina xwe de banga xwedîderketina li QSDˈê kir û got: “QSD hêviya me ye.”
Endamê PYDˈê Idrîs Mihemed bi navê Rêveberiya Xweser axivî û ev tişt got: “Me projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan pêşkêş kir. Me Sûriye parast.
Dem hatiye ku li kêleka hêzên xwe yên leşkerî bisekinin. Hêza me ji her demê bêtir xurtir e. Em xwediyê heqiyê ne tu kes nikare îradeya me bişkîne.”
Birayê şehîd Egîd Serêkaniyê, Mistefa Ehmed jî axivî û soza şopandina xeta şehîdan da.
Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Egîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.



