Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî ragihand ku ew destwerdanê di kar û barên Suriyê de nakin û nabe li ser hilweşandina Heşdî Şebî axaftin werin kirin.
Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî derbarê rewşa Suriye û mijara hebûna hêzên Heşdî Şebî ya li Iraqê ji medya Iraqê re axivî û got:
Em bi ti awayî destwerdanê di kar û barên navxweyî yên Suriyê de nakin û bi ti awayî ew razî nabin ku destwerdan di rewşa Suriyê de were kirin.
Derbarê hebûna hêzên Heşdî Şebî de jî Nurî Malikî dibêje:
Heşdî Şebî saziyek fermî ye û bi fermandariya giştî ya hêzên çekdarî ve girêdayiye.
Ji bo vê em bi ti awayî qebûl nakin axaftin li ser hilweşandina Heşdî Şebî were kirin.
Divê ji bo kontrolkirina çekan di destê dewletê de be, rêyek were dîtin.



