Hêzên Asayîşê ragihand ku li kantona Cizîrê, çeteyên DAIŞ’ê êrişî 2 rêbendên wan kirine û di encamê de endamekî Hêzên Parêzvanên Cizîrê şehîd bûye.
Asayîşê got ku ev tevgera DAIŞ’ê hemwextî êrişên dewleta Tirkiyê zêde bûne.
Asayîşê diyar kir ku duh nîvê şevê, şaneyên DAIŞ’ê bi bombeyên destan êrişek bir ser bendê gundê Zinûd ê Qamişloyê û ziyanên madî li dû xwe hiştin.
Asayîş: Endamekî hêzên Parêzvanên Cizîrê şehîd bû
Her wekî da zanîn ku bendê gundê Iskenderon ê li ser rêya Hol û Til Hemîsê jî bû armanca êrişeke şaneyên DAIŞ’ê û di encamê de Hêzên Parêzvanên Cizîrê şehîd bû.
Asayîşê got ku hevdemî êrişên dagirkeriya Tirkiyê ev tevgera DAIŞ’ê zêde bûye û piştrast kir ku ev bûyerên hevdem têkliya DAIŞ û Dewleta Tirkiyê careke din belege dike.



