Yekitiyên hunermend û rewşenbîran ên kantona Firatê ji bo têbkirina êrişan û sepandina ewlehiyê û aştiyê li Sûriyê, piştgiriya QSD`ê û yekitiya kurdî kir
Yekitiyên rewşenbîr û hunermandan ên kantona Firatê li Qada Jinan a Kobanê daxuyanî da.
Endamên yekitiyên Tevgera Civaka Demokratîk, Tevgera Hîlala Zêrîn, endamên Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido tev li her du çalakiyan bûn û piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kirin.
Endama Yekitiya Hunermendan Xalsa Hesen daxuyanî xwend û got: “Em piştgiriya QSD`ê dikin ku bira û zarokên me ne. Ji mehekê ve me tevahî xebatên xwe yên hunerî û çandî taloq kirin.
Em bang dikin ku xebatên dîplomatîk û siyasî zêde bibin ji bo ku rê li pêşiya şer û çek bigirin û çareseriyên aştiyane li gorî tevahî aliyan bi dest bixin.”
Xalsayê diyar kir ku di vê rewşê de yekitiya kurdî û diyalog, aştiyê dabîn dike û bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker rawestînin, ewlehiyê û aştiyê bi ser zimanê gefxwarinê bixin.
Xalsayê sersala nû li gel û pêkhateyên Sûriyeyê pîroz kir û got: “Em hêvî dikin ku ev sal ji salên berê baştir be.”



