Şêxê eşîra Seda El-Tifêhîn diyar kir ku ew îdîayên ku dibêjin Rêveberiya Xweser Sûriye parçe dike red dikin.
Êşîrên Ereban, îdîayên rejîma Sûrî û opozîsyona Sûrî yên li dijî Rêveberiya Xweser red dikin.
Şêxê eşîra Sade El-Tihêh Mihemed Belhelûş bersiva van îdîayan da û diyar kir ku îdîayên berpirsên rejîma Sûriyê û Hevbendiya Sûrî bê bingeh in û got, “Em wekî eşîra ereb van îdîayên li dijî Rêveberiya Xweser û pêkhateyên herêmê red dikin.”
Belhelûş diyar kir ku weke gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi biryar in ku dijî êrişên li ser herêmê têbikoşin û îdîayên têne belavkirin bê bingeh in.
Şêxê eşîra Sada El-Tifêhan Mihemed Belhelûş jî diyar kir ku ew ê rê nedin van tewanên ku hewldana parçekirina pêkhateyan dikin.