Gaza Qibrisê “Emerîka li dijî Tirkiye û Rusyayê wê derbasî bazara gazê bibe”

Parlamenterine Emerîkî dibêjin ku Waşington bi niyet e derbasî bazara “gaza rojhilatê Deryaya Spî” bibe û Rûsya û Tirkiyê li wir pûç bike.

Hefteya borî, parlamenterên Emerîkî qanûnek bo vê yekê derxist, tê de embargoya çekkirina Qibrisê hat rakirin.

Rojnameya The Hill li ser zimanê senatorê Emerîkî Marco Rubio ragihand ku di rêya rakirina embargoyê û zêdekirina alîkariyên leşkerî bo Yonanê, ev qanûn wê aramiyê bi xwe re bîne.

Ji aliyê xwe ve, senator Robert Menendez jî anî ziman ku ev qanûn “qonaxeke nû ji bo hebûna Emerîkî li rojhilatê Deryaya Spî ye.”

Her wiha endamekî meclisa nûneran destnîşan kir ku “li vê herêma ku aramî lê tune ye û li gel xwebidûrxistina dewleta Tirk ji welatên Rojavayî, hevkariya Yonan, Qibris û Îsraîl bi Emerîkayê re di dema guncaw de hat.”

Ji bo vê qanûnê jî, wezareta derve ya Tirkiyê gotibû ku Emerîka çareseriya siyasî li Qibrisê asteng dike.

Tê zanîn, Îsraîl, Yonan û Qibris, li ser kişandina xeteke gazê ji rojhilatê Deryayê Spî heya Ewropayê li hev kiriye.

Tê payîn jî, ev proje di 2yê Çileyê 2020an de, fermî were ragihandin.

Leave a Reply

Back to top button