Ew balafirên keşfê ku artêşa dewleta tirk a dagirker wisa pişta xwe didê her carî yek bi yek ji aliyên QSD’ê ve tê xistin.
QSD’ê vê carê li pira qereqozaqê balafira keşfê ya bi cûreya TB2 a artêşa dagirker xist xwarê.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand hêzn wan roja yekê a sala 2025’an di saet derdora 1’ê şevê de li derdora Pira Qereqozax a li başûr-rojavayê Kobanê, balafira keşfê ya bi cûreya Bayraktar TB2 a ayîdê dewleta Tirk a dagirker xist.
QSD: Balafira keşfê roja yekem a sala nû di saet 1’ê şevê de hate xistin
Hêjayê bibîrxistinê ye ku ji şerê 27’ê Mijdara 2024 heta roja îro hêzên QSD’ê ev balafira keşfê ya 7’an de dixe.
Artêşa dagirker gundên Til Temirê topbaran kir
Her wiha artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê şevê din (31 Kanûn 2024) gundên Um El-Keyf û Til Tewîl ên li rojavayê bajarê Til Temir bi obîsan topbaran kirin.
Di encama topbaranê de ziyanên maddî li erd û zeviyên gundên navborî çêbûn..



