Senatorê Fransî Pascal Savoldelli diyar kir ku divê êrişên li ser Kurdan rawestin û modela Rojava ji bo avakirina Sûriyê referansek e.
Bertek û nerazîbûnên ji aliyê raya navnetewî li hemberî êrişên dewleta Tirk li ser gelê kurd û Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin.
Senatorê Fransî Pascal Savoldelli, ji bo ku balê bikişîne ser êrîşên li dijî Rojava nameyek ji Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Nole Barrot re nivîsî.
Di nameyê de da zanîn ku modela rêveberiyê ya berfireh û demokratîk divê di jinûve avakirina Sûriyê de bibe mînak.
Her wiha bang li Fransayê kir ku hevalbendên xwe yên Kurd tenê nehêle.
Savoldelli diyar kir ku hilweşîna rejîma Esad ji bo gelê Sûriyeyê hêviyekê temsîl dike.
Têkoşîna Kurdan a li Sûriyê li dijî DAIŞ’ê da u carî nayê jibîrkirin.
Savoldelli bang li Wezîrê Karên Derve Jean-Noel Barrot kir ku divê Fransa li hember êrîşên dewleta Tirk û komên çeteyan ên girêdayî wê yên li ser Rojava li aliyê Kurdan bisekine.



