Komên xwecihî yên Siwêdayê, karwanekî leşkerî yê HTŞ’ê bi paşde vegerandin û nehiştin derbasî herêma wan bibe.
Serokê taîfeya Miwehidîn a li Siwêdayê Şêx Hikmet El Hicrî diyar kir ku niha radestkirina çekan nemumkine.
Komên çekdar yên li Siwêdayê rê li ber derbasbûna karwaenekî leşkerî yê girêdayî Heyet Tehrîr El-Şam girtin û nehiştin têkevin bajarê wan.
Ev karwan bê tu peywendî bi aliyên li Siwêdayê re bike hat û xwest bajar birêve bibin, lê ew vegerandin.
Komên siwêdayê ji wan re got ku ewê bajarê xwe birêve bibin.
Piştî vê karwan vgeriya cihê xwe li Şamê.
Serokê Taîfeya Miwehidîn a Durziyan: Hê zû ye ku em behsa radestkirina çekan bikin
Serokê taîfeya Miwehidîn a li Suweydayê Hikmet El Hicrî, di hevpeyvînekê de behsa radestkirina çekan kir û got:
“Niha zû ye ku mirov behsa radestkirina çekan bike,
heta ku dewlet were damezirandin û destûr were nivîsandin ku mafên me garantî bike.”
El Hicrî diyar kir ku ew hewceyî çavdêriya navneteweyî ya li ser avakirina dewleta Sûriyeyê ne, da ku tu valahiyek nemîne ku me ber bi paş ve bikişîne.”



