Di çarçoveya bersivdayîna êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bendava Tirşîrn û pira Qereqozaq de şervanên jin ên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê çalakiyeke tolhildanê li dijî çeteyên dagirkeriya Tirk li dar xist.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), şervanên jin ên Meclisa Leşkerî ya Serêkaniyê li hember êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya bersivdayînê de çalakî li dar xist.
Şervanan ev çalakî ji bo bîranîn û tolhildana şehîdên berxwedana Qereqozaq û Tişrînê pêk anî.
Navendê diyar kir ku di vê çalakiyê de pergala radarê ya li baregeha dewleta Tirk a dagirker a li gundê Menax ê Serêkaniyê bi temamî hat rûxandin.
Her wiha li gundê Um El Kêf ê girêdayî Til Temirê yê kantona Cizîrê jî çeteyekî dagirkeriya Tirk ji hêla şervanên jin ve bi çalakiyeke sekvaniyê hate kuştin.



