Hêzên rojavayî, ango Amerîka, Fransa û Almanyayê hişyarî dane Rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şam.
Li gor Reutersê, van dewletan ji Ebû Mihemed El-Colanî re gotine ku nabe cîhadîst pileyên leşkerî di nava Sûriyê de bi dest bixin.
Reutersê destnîşan kir ku bilindkirina pileya cîhadîstan dê tirseke ewlekariyê ava dike û pelika wan li ber welatên biyanî reş dike.
Berpirsekî amerîkî ji Reutersê re gotiye ku ev mijar di civîna nûnerê Amerîkayê Daniel Rubinstein û Ebû Mihemed El-Colanî de hatiye gotûbêjkirin.
Berpirsê amerîkî eşkere kir ku rêveberiya HTŞ’ê gotiye ev kes 10 salên wan li Sûriyê derbas bûne û nikarên bi hêsanî wan derxînin.
Berî demekê, HTŞ’ê pileyên leşkerî da fermandarên wan xwe û di nava wan çend cîhadîstên biyanî jî hebûn.
Lewra vê gavê welatên rojavayî li ber vê gavê nîgeran in.



