Mala Êzidiyan a bajarê Helebê êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li ser pira Qerqozaqê û bendava Tişrînê şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku dawî li van êrîşan bînin.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser derdora bendava Tişrînê hate şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin, “Em peyama piştgiriyê didin berxwedana hêzên leşkerî û şoreşgeran. Her wiha em tev li serferberiyê dibin. Em ê ti carî teslîm nebin û em soz didin ku heta dawiyê parastina herêmên xwe bikin.“
Di daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî, saziyên mafên mirovan û rêxistinên mirovî yên girêdayî Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku bêdeng nemînin û dawî li êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmê bînin.



