Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf ragihand ku ew li gel QSD’ê, Şam û Enqerê dicivin.
Her wekî ragihand ku hevdîtina QSD’ê û Şamê di asteke bilind de pêk hatiye.
Hemwextî van agahiyan, berpirs amerîkî dibêje ku aniha Rojhilata Navîneke nû û Sûriyeke nû tê xêzkirin.
Piştî ketina rejîma Bees, îroroj, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li dû çi ye?
Nexasim ku berî demekê Pentagonê ragihand ku vê gavê 2 hezar leşkerên wan li Sûriyê ne.
Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Karûbarên Rojhilata Navîn Barbara Leaf eşkere kir ku Amerîka danûstandinê li gel Hêzên Sûriya Demokratîk, Enqere û Şamê dike.
Fermandarê QSD’Ê Mezlûm Ebdî jî ji rojnameya The Guardian re da diyarkirin ku rêveberiya Biden di navbera wan û Tirkiyê de diçe û tê û heta radeyekê aramî peyda kiriye.
Barbara Leaf ji televezyona El-Şerq re got ku “wan ji QSD’ê û Rêveberiya Sivîl re gotiye ku berî bidin Şamê li ser maseya diyalogê rûnên”
Duh jî Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî ragihand ku wan hevdîtin li gel Şamê pêk aniye û bi rengekî erênî derbas bûne.
Barbara Leaf dide zanîn ku hevdîtina QSD’ê û Şamê di asteke bilind de çêbûye
Barbara Leaf: Hevdîtina QSD û Şamê di asteke bilind de bû
Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê eşkere kir ku vê gavê Rojhilateke Navîn û Sûriyeke nû tê xêzkirin.
Barbara Leaf: Rojhilata Navîn û Sûriyê nû dibin
Çavdêr jî dibînin ku di xêzkirina Rojhilata Navîn de Tirkiyê bitirs e, çimkî îroroj Israîl xwedî projeya berfirehkirina sînorê xwe ye.
Hevdemî êrişên Israîlê li hemberî Rêveberiya Heyet Tehrîr El-Şam û nêzîkbûna Tirkiyê jê re, tevlîhevî di siyaseta Tirkiyê de derdikeve.



