Girseya ku li pêş Şaredariya Akdenizê kom bûn, bertekên xwe anîn ziman. Parlamentera DEM Partiyê ya Îzmirê Bûrcûgul Çûbûkê bal kişand ser hevdîtina li Îmraliyê û got: “Em ê bi ser bikevin. Dê gel bi ser bikeve.”
Li ber Şaredariya Akdenîzê hevdîtina gel
Welatiyên ku ji ber Şaredariya Akdenîzê ya di bin dorpêça polîsan de bang kirin, xwestin ku desthilat dest ji bêhiqûqtiyê berde.
Di berbanga 10’ê Çile de polîsên dewleta Tirk a dagirker li Navçeya Akdenîz a Mêrsînê bi ser gelek malan de girtin.
Di serdegirtinê de Hevşaredarên Navçeya Akdenîz yên DEM Partiyî Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan jî hatin binçavkirin.
Gel li pêş avahiya şaredariya Mêrsînê nobetê digire
Piştî wê êrişê gel ji duh ve li pêş avahiya Şaredariya Mêrsînê nobetê digire.
Nûnerên Federasyona Komeleyên Anatoluya Başûr û Rojhilat hatin pêş şaredariyê û piştgirî dan çalakiya gel.
Îhsan Taş: Hûn nikarin bi qeyûman pirsgirêkan çareser bikin
Cîgirê Serokê Komeleyê Mehmet Îhsan Taş diyar kir ku çalakiya wan mafekî demokratîk e û got:
“Li aliyekê destê aştiyê dirêj dikin. li aliyê din polîtîkayên şer dimeşînin.
Hûn nikarin bi qeyûman pirsgirêkan çareser bikin.
Em vê yekê şermezar dikin.”
“Pergala qeyûm dijminê gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û dijminê hemû jinan e”
Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak jî diyar kir ku têkoşîna wan ya ji bo aştiyê û jiyanek hevpar dewamE.
Parlamentera Îzmîrê Burcugul Çûbûk jî anî ziman ku pergala qeyûm dijminê gelê kurd, gelên Tirkiyeyê û dijminê hemû jinan e.
Ji ber şaredariya Akdenîzê bang kirin: Dest ji vê bêhiqûqîtiyê berdin
Welatiyên ku li hemberî tayînkirina qeyûman li ber şaredariyê hatin cem hev bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredarên Navçeya Akdenîz dan û gotin ku ev pêkanîn wê encam nede.
Çalakgeran diyar kirin ku ev kiryar pêkanîneke antîdemokratîk e.
Hewildanê derbeya qeyûm li Amed û Cizîrê hate şermezarkirin
Hewildanên derbeya qeyûm ya li Akdenîzê li Amed û Cizîrê jî hate şermezarkirin.
Gelê Amed û Cizîrê li dijî hewldana tayînkirina qeyûm a Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê meşeke girseyî pêk anî.



