Şehîdên Komkujiya Parîsê şehîd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di salvegera 12’an a şehadeta xwe de li Parîsê hatin bibîranîn.
Kurdistanî û dostên wan ji gelek welatên Ewropayê herikîn Parîsê û bang li Fransayê kirin ku komkujiyê ronî bikin.
Her wiha Parlementer û Siyasetmedarên Fransî bertek nîşanî êrişên dewleta Tirk ya li ser Rojava dan û gotin ku divê êriş werin seknandin.
Kesayetên fransî daxwaz kir ku PKK’ê jî ji lîsteya terorê derkeve.
Şehîdên Komkujiya Parîsê yên 9’ê Çileya 2013’an di salvegera 12’an a şehadeta xwe de hatin bibîranîn.
Kurdistanî û dostên wan ji gelek welatên Ewropayê herikîn Parîsê û beşdarî meşê bûn.
Çalakvanan di meşê de hêrsa xwe ya li dijî komkujiyên dewleta Tirk raber kirin û îşaret bi hevkariya Fransayê kirin.
“Divê Fransa komkujiyan zelal bike”
Hevserokê KCDK-E’yê Engîn Sever beriya meşê li Gare du Nordê axivî û got:
“Em ji dewleta Fransayê dixwazin ku vê komkujiyê ronî bike.”
Di çalakiyê de civaka Ermenî jî piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd re nîşan dan û bertek nîşandî faşîzma Tirkiyê dan.
“Divê PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û peyamên Abdullah Ocalan esas bên girtin”
Parlementera Fransayê Danielle Simonnet li wir bertek nîşanî êrişên Tirkiyê yên li ser Rojavayê Kurdistanê da.
Wê diyar kir ku divê li dijî êrîşa terorane têkoşîna edaletê were meşandin.
Her wekî destnîşan kir ku li Sûriyê Elewî û Kurd di bin êrîşan de ne. Divê dijîtiya vê yekê bê kirin.
Her wekî Parlementera Fransayê xwest ku PKK ji lîsteya terorê bê derxistin û peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan esas bên girtin.
“Divê destkeftiyên li Rojava were parastin”
Ji Yekîtiya Jinên Sosyalîst Esra Demîr jî anî ziman ku erka hemû hêzên azadiyê ye ku destkeftiyên li Rojava biparêzin.
Seroka Tevgera Pêşverû Françoise Bechier û Parlementer Carlos Martens Bilangot jî balkişandin ser têkoşîna Kurdan ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê û gotin ku ew piştgirî didin vê têkoşînê û divê hîn mezintir bibe.



