Wezareta Parastinê ya Amerîkayê Pentagonê ragihand ku hêzên wan li Iraq û Sûriyê li 5 baregehên çekdarên Hizbullah û Heşida Şabî dan. Heşda Şeibî jî eşkere kir ku di encama êrîşa li ser baregehên wan li rojavayê parêzgeha Enbarê 25 çekdarên wan hatin kuştin û 51 jî birîndar bûn.
Artêşa Amerîkayê bi daxuyaniyekê ragihand ku ” Derbeyên li Iraq û Sûriyê baregehên çekdarên Hizbullah, depoyên çekan û navendên fermandariyê kirin hedef.”
Wezîrê parastinê yê Emerîkayê Mark Esper û wezîrê derve Mike Pompeo derbarê êrîşê de konferanseke rojnamevanî li Florîdayê lidar xist.
Mark Esper ragihand, wek bersivekê li ser êrîşa li ser hêzên Amerîka li Iraqê, Pentagonê 5 baregehên hêzên ser bi Îran ve li Iraq û Sûriyê bombebaran kir.
Esper diyar kir, firokeyên F-15 ên Amerîka duh 3 baregeh li rojavayê Iraqê û 2 baregeh li rojhilatê Sûriyê bombebaran kir û lêdanên wan serkeftî bûn.
Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo got, ew rê nadin Îranê êrîşî Amerîkiyan bike û jiyana wan bixe metirsiyê.
Duh Heşda Şeibî ragihand, baregehên wan li rojavayê parêzgeha Enbarê rastî êrîşan hatin.
Rêveberiya Tevgeran a Heşda Şeibî diyar kir, di encama êrîşa li ser Lîwaya 45 û 46 de, 25 çekdarên wan hatin kuştin û 51 jî birîndar bûn.