Her wekî Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan derheqê pêvajoyê, hevdîtinên bi Rêber Apo re bi berfirehî nirxand. Dûran Kalkan ji bo hevdîtina Îmraliyê dibêje, hevdîtin baş in û erenî ne lê pergala tecrîdê berdewam dike. Her wekî Dûran Kalkan hewldan û keda Rêber Apo ji bo rizgarî û demokratîkbûnê weke şensekî dawî bi nav kir.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan tevlî bernameya taybet a Medya Haberê bû. Dûran Kalkan diyar kir ku di rewşa Rêber Apo de ti guhertin çênebûye. Ji bo pêvajoyê jî ev peyam da:
“Sermuzakerevanê me Rêber Apo ye.
Lê heta niha di pratîka desthilata AKP’ê de em tu guhertinê nabînin.
Êrişên li dijî gel, girtin, binçavkirin û tayînkirina qeyûm dewam dikin.
Raste hevdîtin pêk hat, lê ev jî di encama pêngava azadiyê ya cîhanî de çêbû.
Hevdîtin pêk hat, lê şert û mercên Rêber Apo neguherîn.”
Kalkan: Mifteya demokratîkbûna Tirkiyê çareseriya pirgirêka Kurd e
Dûran Kalkan plana çokdanînê ya dewleta Tirk bibîrxist û anî ziman ku her tişt bi têkoşînê tê bidestxistin.
“Ji ber ku plana dewletê ya “çokdanînê têk çû, hevdîtin dan destpêkirin.
Êdî hêzeke wan ku karibin êrîşan bikin nema.
Ev hevdîtinên ku li Tirkiyê rojava sereke diyar dikin erênî ne. Lê pê re lazime rantxwirên şer werin deşîfrekirin.
Pirsgirêka Kurd bi zora çekê, bi rêbazên qirkirinê bi dawî nabe.
Mifteya demokratîkbûna Tirkiyê çareseriya pirsgirêka Kurd e.”
“Demokratîkbûna Rojhilata Navîn wê bi xwe re ji bo jiyana azad deriyê veke”
Dûran Kalkan hewldan û keda Rêber Apo ji bo rizgarî û demokratîkbûnê weke şensekî dawî bi nav kir.
“Rêber Apo li ser bingehê demokratîkbûna Tirkiyê çareseriyek dixwaze, em jî piştgiriyê didin.
Ji ber ku em bawer in demokratîkbûna Tirkiyê wê bibe demokratîkbûna Rojhilata Navîn.
Demokratîkbûna Rojhilata Navîn jî wê bi xwe re ji bo mirovahiyê û jiyana azad deriyê veke.”



