Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan beşdarî bernameya taybet a Medya Haberê bû, rewşa li Sûriyê û êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi berfirehî nirxand. Dûran Kalkan dibêje Tirkiyê hem di rewşeke dagirkeriyê de ye hem jî hêzeke êrîşkare. Çav berdaye çavkaniyên aboriya Rojava.
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di bernameya taybet de rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û êrîşên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê jî nirxand.
Dûran Kalkan teqez kir ku dewleta tirk li Sûriyê hêzeke dagiker e.
“Heta niha li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş tên kirin.
Halbûkî li Sûriyê hêzeke dagirker heye, ew jî dewleta Tirk û desthilata AKP’ê ye.
Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê weke navçeyekî Tirkiyê bi rê ve dibin.
Yên dibêjin ‘wê li Sûriyê çi bibe’ divê berî her tişî li hemberî vê helwest nişan bidin.
Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê çîrok e, bi êrîşên şervanên QSD’ê re hemû jî direviyan, belav dibûn.
Artêşa dewleta Tirk, tavilê ket dewrê û dest bi êrîşan kir.
Êrişî Tişrînê, Tebqayê, Reqayê dike, Sûriyê dagir dike.”
Kalkan: Tirkiyê çav berdaye çavkaniyên aboriya Rojava
Dûran Kalkan berxwedana li Bendava Tişrînê silav kir û di şexsê şanoger Bavê Teyar de hemû şehîdên berxwedanê bibîr anî.
Kalkan diyar kir ku AKP’ê bi van êrîşan çav berdaye çavkaniyên Rojava.
“Tirkiyê hem di rewşeke dagirkeriyê de ye hem jî hêzeke êrîşkar e.
Çav berdaye çavkaniyên aboriya Rojava.
Dixwaze bidest bixe, nikaribe jî dixwaze îmha bike.
Dûran Kalkan: Bi têkoşînê rê li ber êrişan bigrin
“Êrîşî temamê çavkaniyên civakê kir, xera kir û hilweşand.
Tayîp Erdogan ji bo berjewendî û qezenca xwe pêdivî bi çi hebe wê rewa dibîne.
Di encamê de divê em bi têkoşînê, bikin ku nikaribe êrîşan pêk bîne û rê li ber guhertinê vekin.”



