Rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Iraqê, bi armanca azadiya Rêber Apo însiyatifek ragihandin.
Her ku diçe li seranserê cîhanê fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan belav dibe..
Di vê çarçoveyê de beşek ji rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Iraqê bi daxuyaniyekê însiyatîfek ji bo azadiya Rêber Apo ragihandin.
Di daxiyaniyê de hate gotin:
Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo azadî û biratiya gelên li Rojhilata Navîn têkoşîn dike.
Em komek rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên ku parastina azadî û wekheviya civakê dikin, ‘Însiyatîfa Iraqê ya ji bo Azadiya Ocalan’ radigîhin ku wê ji bo naskirin û belavkirina fikrê rêber APO xebat bimeşîne.
Dem dema wê ye ku hemû cîhan bi fikr û felsefeya rêber Apo nas bikin.
Dem hatiye ku ev ramanwerê mezin û gelê wî bi azadî bijîn.



