HPG’ê ragihand ku Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji hewa û bejahî ve li artêşa Tirk a dagirker xistin.
Gerîlayên YJA Starê jî bi taktîka sekvaniyê dagirkerek ceza kirin.
HPG’ê diyar kir ku dagirkeran 62 caran qadên gerîla bombebaran kir.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji esîman û bejahî ve gelek caran li artêşa Tirk a dagirker xistin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê enama çalakiyên gerîla eşkere kir.
Li gor wê, Yekîneya Şehîd Axîn Mûş 22’ê Çileyê li Rojavayê Zapê, ji esîman ve li konteynireke dagirkeran xistin û we rûxand.
Her wekî gerîlayan, di 4 rojên borî de gelek caran bi çekên giran li dagirkeran xistine.
Gerîlayên YJA Starê bi sekvaniyê dagirkerek ceza kirin
Li girê Amediyê jî gerîlayên YJA Starê bi sekvaniyê dagirkerek ceza kirin û kamerayeke mobesse ya dagirkeran hate bêkêrkirin.
Ji ber van çalakiyan liv û tevgera dagirkeran hat rawestandin.
HPG’ê diyar kir ku li Herêma Metînayê, di 20’ê Çile de sîstemeke kamera ya mobesse ya dagirkeran hate desteserkirin.
Heman demê li Qada Berxwedanê ya Serê Metînayê droneke dagirkeran ji aliyê hêzên gerîla ve hate xistin.
Qadên gerîla 62 caran hate bombebarankirin
HPG’ê eşkere kir ku artêşa Tirk a dagirker 18 heta 22’ê Çile tunelên li Rojavayê Zapê 5 caran, li herêma Metînayê jî 6 caran bi teqemeniyên qedexekirî 5 caran jî bi gazên kîmyewî kirina armanc.
Li gorî daxuyaniyê dagirkeran 41 caran bi balafirên şer 5 caran jî bi helîkopterên êrişî qadên gerîla bombebaran kirin.



