Şêniyên kantona Cizîrê karwana xwepêşandêrên ji Bendava Tişrînê vegeriyaye bi diruşmên silavkirina berxwedanê pêşwazî kir.
Piştî ku duh gelê kantonên Reqa, Tebqa û Dêrazorê gihîşt Bendava Berxwedanê, gelê kantona Cizîrê yê ku li bendavê bû vê sibehê di Reqayê re derbas bû û gihîşt kantona Cizîrê.
Şêniyên bajarên kantona Cizîrê bi diruşmên silavkirina berxwedana wan û berxwedana QSDˋê û şehîd namirinû xwepêşandêrên vedigerin pêşwazî kirin.
Dewleta Tirk a dagirker dema xwepêşandêrên Cizîrê di 21ˋê Çileyê de gihîştibûn ser Bendava Tişrînê hedef girtibû, di encamê de her welatiyên bi navên Mihyedîn Omer û Xezne Ebdî şehîd bûn û 20 kes jî birîndar bûn.
Bi gelê vegeriyaye re cenazeyên 2 şehîdan û gelek birîndarên ji bo tedawiyê li veguhastibûn nexweşxaneyên Hesekê bûn, hene.
Gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 8ˋê Çileyê ve, ji bo parastina Bendava Tişrînê û nîşandana dijberiya dijî êrişên dagirkeran, li bendavê ne.



