Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara sivîlên ji 8ˋê Çileyê heta 22ˋyê Çileyê di berxwedana Bendava Tişrînê de şehîd û birîndar bûne aşkera kir û got,”21 kes şehîd bûn û 203 kes birîndar bûne.”
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî hilweşîna rejîma Esed êrişên xwe li dijî deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin, bi taybet dijî pira Qereqozaqê û Bendava Tişrînê.
Ji 8ˋê Çileyê ve gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendavê û bi armanca nîşandana dijberiya xwe li hemberê êrişên dagirkirinê, berê xwe da Bendava Tişrînê. Ji wê rojê heta roja îro gelê herêmê li ser bendavê xwepêşandanê dike.
Di rêya çûna ber bi bendavê û li ser Bendava Tişrînê de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi balafir û topan sivîl hedef girtin, di encamê de gelek kes şehîd û birîndar bûn.
Li gorî Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hejmara giştî ya şehîd û birîndaran ji 8ˋê Çileyê heta 22ˋyê Çileyê wiha ye:



