P.A.D.Kˋê diyar kir ku ji bêdengiya rêxistinên navneteweyî ya li hemberî hedefgirtina sivîlên li Bendava Tişrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, wisa xuya dibe ku qanûnên van rêxistinan nekêrhatî ne û rê li pêşiya Tirkiyeyê vedikin ku sûcên dîtir bike û alozî bidome.
Partiya Aştiya Demuqrat a Kurdistanê (P.A.D.K) têkildarî hedefgirtina şêniyên li bendava Tişrînê, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de êrişên li dijî şêniyan li bendava Tişrînê hatin şermezarkirin û hate diyarkirin ku ev êriş, li dijî qanûnên mirovî yên navneteweyî û lihevkirinên Cinevê ne.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bêdengiya civata navneteweyî û rêxistinên têkildar, wisa diyar dike ku ev qanûn nekêrhatî ne, rê li pêşiya dewleta Tirk vedike ku sûcên dîtir bike, tevliheviya li Sûriyeyê bidome, şaneyên terorîst çalak bibin.
Di daxuyaniyê de sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîlan û navendên stratejîk ên herêmê hatin şermezarkirin û di heman demê de bang li civata navneteweyî hate kirin ku fişarê li dewleta Tirk bike ku li gorî wan qanûnên navneteweyî tev bigire, her wiha dewleta Tirk li gorî sûcên kirine darizînin.
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ew projeya xwe ya demokratîk a ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirine dewam dikin û alava dewleta Tirk nikare vîn û îsrara wan a bidestxistina azadî û demokrasiyê têk bibe.



