Pêla girtin û binçavkirinê ya welatî û çalakvanên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve berdewame.
Di vê çarçoveyê de 6 welatiyên din li Sine ku beşdarî greva giştî bibûn, hatin binçavkirin.
Di 22’ê Çileyê de li seranserê Rojhilatê Kurdistanê li ser banga partî û aliyên Rojhilatê Kurdistanê li dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî greva giştî hate lidarxistin.
Wek di her çalakî û xwepêşandanê de, carek din rejîma Îranê bi zext û tunditijiyê bi ser mal û cihên kesên ku beşdarî grevê bûne de girtin û gelek kes hatin binçavkirin.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku roja çarşemê (22’ê Çileyê) 6 Kurdên kasibkar ên xelkê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ku beşdarî greva giştî bibûn, jij aliyê rejîma Îranê ve hatin binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine belavkirin navê kesên hatîn binçavkirin wihane;
Mihemed Seyfpenahî, Sîna Rezayî, Emced Giryaxîz, Neîm Dustî, Umêd Mihemedî û Mihemed Etlesî.



