Meclisa Rêveber a herêma Cizîrê civîna xwe ya salane di roja duyemîn de domand

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê civîna xwe ya salane di roja duyemîn de domand.

Di civînê de rêbazên pêşxistina kar û xurtkirina karê xwe ji bo bi awayekî zêdetir xizmeta gel were kirin nîqaş hat kirin.

Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê civîna xwe li hola meclisê li navçeya Amûde li dar xist.

Di civînê de behsa xebatên deste û buroyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonên Hesekê û Qamişlo di sala 2019`an de hat kirin.

Hevseroka Meclisa Rêveber Nazîra Gewriye diyar kir ku hê jî Rêveberiya Xweser li hember tevahiya komployên ku şkandina vîna gelên herêmê û projeya demokratîk armanc dikin li ber xwe dide.

Nazîra Gewriye da zanîn ku di civînê de rêbazên zêdekirina kedan ji bo şkandina êrîşên li ser herêmê, berdewamkirina xebatan ji bo aktîvkirin û pêşxistina saziyên Rêveberiya Xweser.

Her wiha derbaskirina kêmasiyan, danîna stratejiya 2020`an û xurtkirina karê xwe ji bo ku bi awayekî zêdetir xizmeta gel bikin nîqaş hat kirin.

Leave a Reply

Back to top button