Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî, Feysel Bin Ferhan îro gihîşt paytexta Sûriyê, Şamê.
Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî, piştî rûxandina Esed di serdana xwe a yekem li Şamê bi El-Culanî re hevdîtin kir.
Feysel Bin Ferhan li gel hikumeta nû, rêberberê HTŞ, Ehmed El Şara re civiya.
Destpêka vê mehê, şandeke fermî ya Sûriyê bi serokatiya Wezîrê Derve yê Sûriyê Esed El-Şêbanî, piştî vexwandineje fermî ji hempêşeyê xwe yê
Siûdiyê Feysel Bin Ferhan, serdana paytexta Erebistana Siûdiyê, Riyadê kir.



