Xelkên Nisêbînê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatî Sûriyê û piştgiriya peyemên çaresriyê yên Rêber Apo meşek lidarxistin.
Meş bi pêşengiya Partiya Herêmên Demokratîk , Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan û Tevgera Jinên Azad hat lidarxistin.
Beşdarên meşê berxedana Rêber Apo û gelên Rojava silav kirin û gotin:
“Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxwaza jiyana bi hev re û çareseriyê nîşan dide û ev ji bo herkesî derfetek girîng e.”
Beşdaran diyarkirin ku gelê Kurd heta aştî û azadiya xwe bidest bixin ew ê têkoşîna xwe bidomînin.



