Şêniyên Kantona Firatê salvegera 10’emîn û damezrandina Rêveberiya Xweser a 11’emîn bi şahiyekê pîroz kirin.
Bi hezaran kes ji şêniyên Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û kesên biyanî salvegera 10’emîn a rêzgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser a 11’emîn bi şahiyekê pîroz kirin.
Di şahiyê de aliên QSD`ê, YPG`ê, YPJ`ê û wêneyên şehîdan hatin hildan û bê navber dirûşmên “Bêjî berxwedana Kobanê”, “Berxwedan jiyane” û “Bêjî berxwedana QSD`ê” berz kirin.
Şahî bi deqeyek rêz ji bo giyanê şehîdan hat girtin, piştre têkildarî berxwedaniya rêzgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser Cîgira Hevseroketiya Cibcîkar a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl, Hevserokên Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa, Endama Koordînasyona Kongra Star Macîde Hesûn, Tevgera Pêşverû ya Navdewletî Dîvêt Edêlr, Endama Parlementera ya Firandayê Danîliya Simonî, Rêveberiya Şaredariya Romayê Emedyo Şakrî axivîn.
Di axaftinan de hate ragihandin ku beriya 80 salî çawa ku li Îtalyayê faşîzm têk çû, wê careke din faşîzmê têk bibin û li Kobanê azadî û demokrasiyê misoger bikin.
Axaftvanan anîn ziman ku divê êrişên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê bêne rawestandin.
Di şahiyê de hunermendên ji TEV-ÇAND û Hîlala Zêrîn hunera xwe pêşkêş kirin. Beşdar jî li ber stranên wan govend gerandin.



