Koçberên ji kantona Efrîn-Şehbayê yên ku li kantona Tebqayê bi cih bûne, komîn û saziyan ji xwe re ava dikin.
Meclisa Koçberên Efrîn û Şehbayê ji 7 kesan pêk tê, 2 ji wan berdevkên meclisê ne, 5 kesên mayî jî bi kar û barên civakî, komîn û komîteyan re mijûl dibin.
Der barê komîteyên komînan de Reşîd diyar kir ku komîteya tenduristiyê ji 15 kesan pêk tê, bi tenduristiya koçberan, paqijiyê û nexweşiyan re mijûl dibe.
Komîteya Malbatên Şehîdan jî ji 2 rêveberên berê yên Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê pêk tê û niha kar û barên malbatên şehîdan dike.
Komîteyên ku hatine avakirin, giraniyê didin ser birêvebirina kar û barên kampan û peydakirina pêdiviyên koçberan, da ku koçber bi xwe kar û barên xwe bi rê ve bibin.



