Derbarê Hevdîtinên bi Rêber APO de, Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat nirxandin kir û da zanîn ku heta şert û mercên ewlekarî, tenduristî, jiyana azad û kar ên Rêber Apo neyên afirandin wê nikaribe bi rola xwe rabe û got:”Rêber APO hewl dide modela Civaka Demokratîk pêş bixe”.
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat beşdarî bernameyeke taybet a li televîzyona Medya Haberê bû û pêvajoya piştî hevdîtinên bi Rêber Apo re nirxand.
Besê Hozat da zanîn ku heta niha ji aliyê dewleta Tirk ve ti gavên berbiçav nehatine avêtin û got:
Şande piştî hevdîtina duyemîn ji bo peyam û nêrînên Rêbertî bi aliyan re parve bike xebatên girîng kir.
Peyamên ku ji wan xebat û hevdîtinan derketin erênî bûn.
“Ji bo pêşketina pêvajoyê, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, demokratîkbûna Tirkiyê û bidawîkirina şerê heyî tişta pêwîst rakirina tecrîdê ye. Divê ji bo Rêber Apo şert û mercên jiyana azad, ewlekarî, tenduristî û xebatê bên avakirin.”
Besê Hozat: Tecrîd sûcê dijmirovî ye, binpêkirina hiqûqê ye
Besê Hozat da zanîn ku tecrîd sûcê dijmirovî ye, binpêkirina hiqûqê ye û wiha anî ziman:
Beriya ku tiştan ji Rêber Apo bixwazin ji bo mafê hêviyê divê di parlamentoyê de qanûn bê derxistin.
Tirkiye bi pergala tecrîdê hiqûqa xwe û hiqûqa navneteweyî ya îmze kiriye binpêk kiriye.
Divê demildest dawî li vê yekê were û rêber APO azad bibe.
Besê Hozat: Desthilata AKP-MHP’ê lîstokeke du alî dilîzin
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê dibêje:
“Desthilata AKP-MHP’ê baweriyê nade, tevlîheviyê diafirîne, bi nêzîkatiyên xwe, polîtîka, pêkanînên xwe re bêbaweriyê diafirîne. Tevhiya medyayê ji bo vê dixebitin. Şerê taybet û psîkolojîk bi dijwarî didomînin.”
Besê Hozat: Rêber Apo hewl dide modela civaka demokratîk pêş bixe
Besê Hozat herî dawî Hêvdîtîna ku rêber APO hatî kikin jî wiha nirxand û bi dawî kir:
“Rêber Apo dixwaze modela civaka Demokratîk bi dewletê re muzakere bike û di vê mijarê de hewldanên gelek girîng dide, jii lewra Rêbertî niha li ser çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyê kedek zêde dide, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê herî zêde derdoreke azad pêşkêşî jinan bike.”



