Berdevkê Hizba Komunîst a Kurdistanê Subhî Mehdî da zanîn Pêwîste tevahiya beşên civakê û aliyên siyasî li dijî êriş û destdirêjiyên dewleta Tirk rabin û helwestek yekgirtî nîşanbidin.
Êrişên dewleta Tirk ya li ser axa Başûrê Kurdistanê berdewame.
Di nava heftiya dawî de di encama êrişên dewleta Tirk de 8 kesan jiyana xwe ji dest da û çend kes jî birîndar bûn.
Di vê derbarê de Berdevkê Hizba Komunîst a Kurdistanê Subhî Mehdî axivî û got:
Em van êriş û destdirêjiyên bêy hincet li ser axa me tên kirin şermezar dikin.
Ev êriş hemwextê pêşwazîkirina wezîrê karên derve yê Tirk a li Bexdayê ne.
Pêwîste gelê me, hêzên siyasî û rêxistinên civaka sivîl li dijî van êrişan yekdeng bin.
Pêwîste em bikarin sîwanek parastinê ji bo gelê xwe ava bikin, ji bo vê jî divê yekdengiya kurdan pêk bê..



