Li Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin.
Wezareta Karên Hundir ragihand ku Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş ji peywirê hatiye girtin û li şûna wê qeyûm hat tayînkirin.
Wezareta Karên Hundir a dewleta tirk têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Sêrtê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 6 sal û 3 meh cezayê hebsê yê duh bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Sofya Alagaşê hatiye birîn, weke hinceta tayînkirina qeyûm hatiye nîşandan.
Wezaretê, got ku waliyê Sêrtê Kemal Kizilkaya weke qeyûm hatiye tayînkirin.



