Komkara Welatên Ereb: Divê şerê Lîbya raweste û çareseriya siyasî dest pê bike

Peymana Lîbya û Tirkiyê û pêşketinên dawîn li Lîbyayê, li ser maseya Komkara welatên Ereb hatin nîqaşkirin.
Komkarê di civîna xwe de, teqez kir ku divê rê li ber destwerdana derve were girtin da nema çete biherikin Lîbyayê.
Dewleta Tirk jî, helwesta xweparastinê da û êrîşî artêşa Lîbyayê kir.

Ji bo rewşa dawîn a Lîbyayê, Komkara welatên Ereb duh civîna xwe ya awarte li ser asta nûneran bi serkêşiya Îraqê li dar xist.

Piştî civînê, Komkarê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê, tekane rêya ewlehiya Lîbyayê çareseriya siyasî ye.

Komkarê 6 biryar der barê pêşketinên Lîbyayê de derxistin.

Yek ji biryaran jî redkirina destwerdana hêzên ji derve re ye.

Komkara Welatên Ereb: Destwerdana derve, rê li ber herikîna çeteyan vedike

Komkarê teqez kir ku divê şerê leşkerî bi dawî bibe û êdî qonaxa çareseriyê were destpêkirin û teror were têkbirin.

Komkara welatên Ereb metirsiya xwe ji nepêkanîna “peymana siyasî ya Lîbiya û biryarên navdewletî” yên der barê wê de anî ziman û got:

Eger ev hatin binpêkirin, dê rê li ber destwerdana derve vebe û pê re jî dê çete û tundrewên biyanî derbasî Lîbyayê bibin.

Li gorî Komkarê, ji bo vê jî wê nûnerê giştî Ebû el-Xêt peywendiyê bi hemû aliyên navdewletî yên peywendîdar re pêk bîne.

Wezareta Derve ya Tirkiyê: Divê bilez êrîşa li ser terablusê raweste

Wezareta parastinê ya dewleta tirk jî li ser vê yekê daxuyaniyek da û wiha got:

Xuya ye komkar der barê êrîşa artêşa Lîbî li ser Terablusê de bêdeng e û ti helwestek erênî ji bo hikumeta rewa nîşan neda.

Peymana siyasî ya Lîbyayê û biryara Konseya Ewlekariya Navdewletî herdu jî piştevaniya hikumeta Wîfaqê dikin ku ew nûnera rewa ya Lîbyayê ye.

Wezareta derve ya dewleta Tirk, di dawiyê de teqez kir ku divê êrîşa li ser Terablusê bilez raweste da çareserî dest pê bike.

Leave a Reply

Back to top button