Bi hezaran xelkê bajarê Kobanê çalakvanên ku li Bendava Tişrînê nobedarî dikirin, li Qada Jina Azad hatin pêşwazî kirin.
Xelkê bajarê Kobanê çalakiya nobedariyê piştê 2 rojan dewrê xelkê kantona Cizîrê yê ku duh gihîştin bendavê kir û vegerî Kobanê.
Xelkê bajarê Kobanê jî bi coşeke mezin nobedarên Bendava Tişrînê li Qada Jina Azad pêşwazî kirin.
Piştî pêzwazîkirinê, Hevserokê Şaredariya kantona Firatê Fewaz Ehmed diyar kir ku berxwedana li bendava Tişrînê çiqas bêjin nikarin wê berxwedaniya gel îfade bikin û ev tişt got:
“Berxwedana gel li hember êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker bi her awayê didome.”
Fewan di dawiyê de wiha got: Divê em berxwedana xwe li hember êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê xurtir bikin.
Em soz didin gelê xwe û şehîdên xwe ku em tu carî nahêlin dijmin bihustêkî derbasî axa me bibê.”
Pişre dîlan li ser stranên şoreşgerî hat gerandin.



