Li çolistana parêzgeha Siwêdayê erebeyek teqiya.
Li gor agahiyan, di encamê de, 7 kes hatine kuştin û 5 jî birîndar bûne.
Malpera Suwayda 24 ragihand ku erebe ya sivîlan bû.
Li gorî wê, 7 kes hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.
Tê gotin ku erebe ji ber mayînekê ji bermahiyên şer teqiyaye.
Her wiha tê gotin jî ku ev erebeya qaçaxan e û ji aliyê balafirên nenas ve hat bombebarankirin.
Lê heta niha sedam rast a teqîna wê erebeyê nayê zanîn.



