Li Şaredariya Sêrtê ya DEM Partiyê qeyûm hate tayînkirin.
Bo vê yekê hevşaredarê Sêrtê Mehmet Kaysî bang li her beşên civakê kir ku li ber xwe bidin û têbikoşin û got:
“Roj roja xwedîderketina li îrade û şaredariya xwe ye.”
Mehmet Kaysî diyar kir ku desthilatdariyê îradeya gelê Sêrtê tine hesibandiye û got:
“Qeyûm ji bo me tê wateya talan û diziyê. Sê dem in qeyûm datînin ser îradeya Sêrtê.
Qeyûman bi ti awayî xizmet ji vî gelî re nekirin. Vî gelî kedeke mezin da û xwedî li vê şaredariyê derket.”
Kaysî bang li partiyên siyasî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl kir ku bi berxwedanê bersivê bidin desteserkirina îradeyê û wiha got:
“Heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê xwedî li îradeya xwe derkeve.”



