52 baroyên Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi daxuyaniyekê hevpar zexta li ser rojnamevanan şermezar kirin.
Baroyan di daxuyaniya xwe de dan zanîn ku ji 22’yê Çileyê heya niha 15 rojnamevan hatine girtin.
Naveroka daxuyaniya hevpar bi vî rengî ye:
“Li Tirkiyê ji 22’yê Çileyê ve 15 rojnamevan hatine girtin. Her wiha sê rojnamevanên Halk Tv’yê jî hatin binçavkirin.
Divê tu caran neyê jibîrkirin ku bi rêya çapemeniyê raya giştî tê agahdarkirin.
Ji ber vê yekê jî zexta darazê ya li ser rojnamevanan, binçavkirin û girtina wan ji bo demokrasiya welêt talûkeyeke pir mezin e.”
Em weke baroyan dixwazin dawî li binpêkirinên li dijî mafên rojnamevanên hatine girtin û di bin çavan de ne were.
Her wiha em bang dikin ku tavilê werin berdan.”



