Meclisa Parastina Zarokan destnîşan kir ku di heyama zêdetirî 2 mehan de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên dagirkirî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrişan gelek zarok qetil kirine û hate gotin “Dewleta Tirk peymanan binpê dike, divê bê darizandin.”
Meclisa Parastina Zarokan, têkildarî qetilkirina zarokan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û deverên dagirkirî, li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi kurdî û erebî ji aliyê mamoste Aliya Hesen û endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Seher Mehemûd ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê” bi her cure çekan êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
Ewlehiya welatiyan dixe metirsiyê û wiha hat gotin: “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê bi awayekî aşkera û sîstematîk, zarok û sivîlan armanc digire.
Li dijî hemû peymanên navneteweyî tev digere, bi balafirên şer û moşekan li dijî zarok û sivîlan êrişan pêk tîne.”
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Ji 2`yê Kanûnê (2024) heta 28`ê Çileyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên dagirkirî 76 sivîlan jiyana xwe ji dest da.
17 zarok, 13 jin û 84 sivîl birîndar bûne, ji wan 11 zarok û 9 jin in.
Ji 26`ê Çileyê heta 28`ê Çileyê 17 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da, 23 kesên din jî birîndar bûn.
Li gundê El Cemas ê Eyn Îsa 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û dayika wan jî bi giranî birîndar bû.
Li gundê Um Harmel ê Zirganê jî 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da, di nava wan de zarokek hebû, 9 kes jî birîndar bûn ku ji wan 4 jin in.
Li bajarê Sirînê 12 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da ku ji wan 5 zarok bûn û 4 zarok û 13 kesên din jî birîndar bûn.”
Hat destnîşan kirin ku ew wek Meclisa Parastina Zarokan bi tundî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê şermezar dikin û wiha hat gotin:
“Komên sivîl, zarok, tîmên bijîşkî, ambulans û rojnamevan bi zanebûn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyan ve tên hedefgirtin.
Bi van gavan hemû rêgez û peymanên navneteweyî binpê dikin.”
Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin, ev bêdengî rê li ber dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê vedike ku êrişên xwe li dijî welatiyan bidomîne û wiha hat gotin:
“Divê dewleta Tirk li hemberî sivîlan komkujiyan pêk tîne, bi taybet zarokan, li gorî sûcê xwe jî divê li dadgehên navneteweyî bên darizandin.”



