Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê komkujî û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û bang li civata navneteweyî, Konseya Ewlehiyê û rêxistinên hiqûqî kir ku hesab ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê ji bo şermezarkirina êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê, daxuyaniyek da.
Daxuyanî li ber avahiya Rêveberiya Xweser a li bajarê Kobanê bi amadebûna nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser ve hate dayîn û ji aliyê rêvebera Meclisa Rêveber a Kantona Firatê Necah Mişê ve hat xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Artêşa Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî gelê û hêzên me didomîne.
Bi awayekî aşkera qanûnên mirovî û navneteweyî bin pê dike.
Du roj berê bi balafirên bê mirov li navenda bajarê Sirînê yê kantona Firatê sûc û komkujî li dijî xelkê herêmê pêk anîbû.
Di encamê de 2 zarok jî di nav de 12 welatiyên sivîl şehîd bûn û 13 kesên din jî birîndar bûn.
Duh jî li navenda bajarê Kobanê malek bombebaran kir û di encamê de 2 sivîl bi navê Azad Mihemed û Şero Meşîd şehîd bûn.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev komkujî ji ber binkeftina çeteyên wê yên Ceyş El Wetenî hatin kirin ku nikarin li eniyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê bi pêş de biçin.
Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî, Konseya Ewlehiyê, rêxistinên hiqûqî û Neteweyên Yekbûyî hat kirin ku ji ber sûc û komkujiyên wê yên li dijî mirovan hesab ji dewleta Tirk a dagirker bipirsin.
Her wiha bang kir ku dosyaya sûcan li Dadgeha Edaletê ya Navneteweyî were pêşkêşkirin.
Di daxuyaniyê de bang li Konseya Ewlehiyê hate kirin ku bi lez destwerdanê bikin û êrişên dewleta Tirk a dagirker rawestînin.
Hate gotin: “Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li sûna tevahî cîhanê şerê rêxistinên herî terorîst kir, lê ji aliyê dewleta Tirk ve rastî komkujiyan tê, lew ra divê êriş û komkujiyên li dijî vî gelê werin rawestandin.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî hêzên nîştimanî yên demokrat ên Sûriyeyê hate kirin li hemberî dagirkeriya Tirk û êrişên wê yên domdar helwesta xwe nîşan bidin û banga MSD’ê ya diyaloga nîştimanî ya ji bo çareseriya siyasî bibersivînin.
Hate diyarkirin ku diyalog rêya xelasiya ji dagirkeriya Tirk e.



