Dewleta Tirk a dagirker gundekê girêdayî navçeya Zaxoyê bombebaran kir û malek hilweşiya.
Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bênavber dewam dike.
Di vê çarçoveyê de dewleta Tirk êriş bire ser gundekê li devera Zaxoyê.
Çavkaniyên herêmî ragihand, piştî nîvro dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Şilînî ya ser bi bajarokê Batûfa ya girêdayî bajarê Zaxo ya Parêzgeha Dihokê barand.
Li gorî agahiyên hatin girtin, di encamê de herî kêm xaniyek hilweşiya û ziyan gihiştiye bax û baxçeyên welatiyan.
Heta niha nehatiye zanîn êriş bi balafirên şer an balafirên bê mirov û biçek yan jî topbaran bûye.
Hêjayî bibîrxistinê ye dewleta Tirk bombe li gundê Kevnemazî ya ser bi Amêdiyê barand û agir bi daristanê ket.



