Li gundewarê bajarê Idlibê yê Sûriyeyê erebeyek ji hewayî ve hat armanckirin, li gorî agahiyên destpêkê, di êrişê de serçeteyekî “Huras El Dîn” hat kuştin.
Têkildarî êrişê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), daxuyanî da.
SOHR diayarkir ku balafireke bêmirov û biçek a Koalîsyona Navnetweyî li ser rêya Sermeda-Idlibê li nêzî bajarokê Babto yê gundewarê bakurê Idlibê erebeyek bombebaran kir.
SOHRˋê diyar kir ku di encama bombebaranê de serçeteyekî “rêxistina Huras El Dîn” ku di erebeyê de bû hat kuştin.
Serkirdeyê komeke çekdarên Derayê hate kuştin
Dîsa heman navendê SOHR diyar kir ku di êrişa çekdarên nenas li bajarê Senemên ê gundewarê Derayê de serkirdeyê komeke çekdarên herêmî bi navê Muhsin El Hêmid hat kuştin.
El Hêmid berê gelek caran rastî êrişên siûqastkirinê hatibû.
Li Dîmas ê Şamê 2 kes hatin kuştin
Digel tevliheviya ewlehiyê, komeke çekdaran li bajarê Dîmas ê jî gundewarê Şamê gule li 2 ciwanan reşand û di encamê de 2 kes hatin kuştin.



