Tevî êriş û tevgera balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker jî çalakiya nobetê ya li Bendava Tişrînê di roja xwe ya 24’an de dewam dike.
Li Bendava Tişrînê çalakiya nobetê ya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya bi armanca parastina bendavê û nîşandana dijberiya xwe ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, di roja 24’an de dewam dike.
28’ê Çileyê bi sedan şêniyên kantona Cizîrê çalakiya nobetê dewr girt. Tevî êrişan jî şênî nobetê didomînin.
Îro di saetên saherê de xelkên bajarên Qamişlo, Dêrik, Çilaxa, Girkê Legê, Til Hemîs, Tirbespiyê û Amûdê ji bo çalakiya berxwedaniyê dewr bigirin ketin rê berê xwe dan bendavê.
Hêjayê bibîrxistinê ye ku 4 rojan carî karwanên berxwedanê bi dorveger digûherin her carî li hin bajaran ger berê xwe dide qada berxwedanê.
Li gor desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser heta niha di vê berxwedaniyê de 41 welatî şehîd 245 kes jî birîndar bûne.



