Tîmên Operasyonên Leşkerî – TOL yên girêdayî QSD’ê li gundewarên rojhilatê Dêrazorê 4 endamên şaneyên rejîma Baasê û çeteyên Dîfa El Wetenî girtin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê der barê mijarê de daxuyaniyek belav kir û got:
“Tîmên Operasyonên Leşkerî – TOL yên girêdayî hêzên me (QSD) roja Pêncşemê (23’ê Çileyê) operasyoneke ewlehiyê li gundewarê rojhilatê Dêrazorê li dar xist.
Operasyon bi armanca jihevbirina şaneyeke girêdayî bermahiyên rejîma Baas û çeteyên Dîfa El Wetenî hat lidarxistin.
Şaneyê ji bo derxistina fitneyan û belavkirina tevliheviyê kar dikin, di heman demê de li dijî hêzên me û saziyên sivîl êriş pêk dianîn.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku QSD’ê dê rê nede hewldanên xirabkirina ewlehiya herêmê û hedefkirina aştiya navxweyî.



