Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamus diyar kir ku gelê Kurd û dostên wê êdî bi hêsanî polîtîk û armancên dewleta Tirk dibînin û got:
“Divê ti kes bi gotinên şerê taybet ên Tirkiyê neyê xapandin.
Divê Kurd li Rojava bibin yek, ji derveyî vê ti alternatîfa wan tune ye.”
Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamus têkildarî nîqaşên yekîtiya neteweyî û geşedanên dawî yên li herêmê ji ANF’ê re axivî.
Ahmet Karamus diyar kir ku Kurdan ji dema Şoreşa Rojava ve modela rêveberiyeke demokratîk danîne holê ku hemû gelan digire nava xwe û got:
“Dewleta Tirk hewl dide vê modelê tasfiye bike.
Tirkiyê hemû derfetên xwe yên leşkerî û dîplomatîk, li ser nebûna Kurdan seferber kiriye.
Divê Kurd li Rojava bibin yek, ji derveyî vê ti alternatîfa wan tune ye.
Tenê ENKS’ê rêveberiya heyî qebûl nedikir.
Em ji sala 2012’an ve dibêjin, şert û mercên liv û tevgera Kurdan a bi hev re heye.”
“Dewleta Tirk Kurdan ji xwe re asteng dibîne lewma êrîşî wan dike”
Karamus destnîşan kir ku dewleta Tirk Kurdan ji xwe re asteng dibîne lewma êrîşî wan dike û wiha domand:
“Ev êrîş bi armanca qirkirinê tên kirin.
Êrîşên li ser Bendava Tişrînê, parçeyekî vê yekê ne.
Bi dehan sivîl hatin kuştin. Li Başûr jî wiha ye.
Li Bakurê Kurdistanê jî tayînkirina qeyûman, girtin û binçavkirin jî parçeyekî van êrîşan e.”
Ahmet Karamus: Divê ti kes bi gotinên şerê taybet ên Tirkiyê nexape
Karamus îşaret bi serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirk a ji bo Iraqê kir û got:
“Dewleta Tirk hîn jî hewl dide dewletên herêmê bike hevparê polîtîkayên xwe.
Gelê Kurd û dostên xwe, êdî bi hêsanî polîtîka û armancên dewleta Tirk dibînin.
Her kesê xwedî wijdan, divê li dijî êrîşên Tirkiyê nerazîbûn nîşan bide.
Divê ti kes bi gotinên şerê taybet ên Tirkiyê, nexape.”



