Li navenda paytext Bexdayê, jinan li dijî erêkirina guhertina Yasaya Rewşa Kesî ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve, xwepêşandan lidarxistin û nerazîbûn nîşandan.
21’ê Çileyê, Parlamentoya Iraqê proje-yasaya guhertina Yasaya Rewşa Kesî ya Iraqê a bi jimara 188 ya 1959’an, tevî bertek û nerazîbûnan, li gel 2 yasayên din erê kir.
Erêkirina yasayan, gelek nerazîbûn û bertekên tund ên navxweyî û derveyî anî.
Îro bi beşdarbûna dehan jin û çalakvanan, li navenda paytexta Iraq Bexdayê, xwepêşandan hate lidarxistin.
Xwepêşanderan bi pankartên ‘Yasayê qebûl nakin’ û ‘Guhertina Yasaya Rewşa Kesî li ser bingeha mezheb-perestiya nijadî bû’ helwest nîşandan.
Wan got, ew guhertina vê yasayê red dikin.
Ev yasa 15 salin, li Herêma başûrê Kurdistanê kar pê tê kirin, lê Yasaya Rewşa Kesî hikûmetê neçar dike ku hemû zewacên derveyî dadgehê bipejirîne û ti desthilatek ji bo dadwer û dadgehê nemîne.



