Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê ragihand ku di meha Çile de 13 girtiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.Her wiha bi dehan kes jî hatine binçavkirin.
Tora Mafê Mirovan ya Kurdistanê dibêje 13 girtiyên Kurd ji tometên cûrbecûr li Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin.
Hate gotin ku 7 welatî û çalakvanên Kurd, li bajarên Mahabad, Tahran, Kirmaşan, Sine, Bokan û Kerecê, bi tometên siyasî hatine girtin.
Bi heman awayî cezayê darvekirinê ya li ser rojnamevan Pexşan Ezîzî jî di raporê de cih digire.
Li gorî raporê di meha Çile de nêzî 68 welatî û çalakvanên Kurd, her wiha 3 ciwanên jêr 17 salî jî, li bajarên Sine, Urmiye, Kirmaşan û Îlamê, bi tometên siyasî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine binçavkirin.
Her wekî 85 welatiyên Kurd yên xelkê Pîranşarê, bi tometa ‘propagandaya dijî hikumetê, cilûbergên Kurdî, govenda Kurdî û belavkirinên ser torên civakî’ ketine ber lêpirsînê.



