Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li gundê Arza yê Elewiyan ê girêdayî Hema’ê, herî kêm 10 kesên Elewî hatine qetilkirin
Hat ragihandin ku komkujî bi çekên bêdeng pêk anîne.
Her wiha li gorî Televîzyona Sûriyê, îro 2 endamên polîsên girêdayî rejîma berê ya Beşar El Esed, li nêzî bajarokê El Muxtariyê ya li ser rêya Heleb-Lazqiyê di encama kemînekî de hatin kuştin.
Zêdebûna binpêkirinên mafên mirovan yên li herêmên di bin kontrola HTŞ’ê yên Sûriyê de, fikarên civaka navneteweyî zêde dike.
Hêjayî gotinêye ku 27’ê Çileyê jî li gundê El-Enzê yê dikeve bakurê bajarê Hemayê, di êrişa komên çekdar ên ser bi HTŞ’ê ve 5 Elewî ku kal û zarokek 12 salî jî di nav de hatibûn qetilkirin.
Çekdarên HTŞ li Şamê Mihemed Xelûf kuştin
Heman demê çekdarên Cûlanî li Şamê Mihemed Xeyro Xelûf jî kuştin e.



