Li Himsê ji ber êşkenceyê 10 girtî di zindanên Rêveberiya HTŞ’ê hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku ev dane tenê di 5 rojên dawî pêk hatin.
Li gorî Navendê, ev kes li deverên cuda yên bajarê Himsê di encama serdegirtinan de hatibûn girtin.
Beriya çend rojan jî, li heman parêzgehê û bi heman rengî 5 kes hatin kuştin.



